Rêxistina HDP’a Stenbolê, êrişa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê û gefa li dijî parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi daxuyaniyeke şermezar kir.
Beriya daxuyaniyê polîsan pêşî li Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê girt û hewl dan ku girseyê asteng bikin.
Tevî hemû astengiyan girseyê gav paş de neavêt û bi dirûşmên “Hûn bi zextan bi me nikarin”, “Bijî berxwedana HDP’ê” û “HDP gel e, gel li vir e” êriş şermezar kirin.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu got:
“Divê baş were zanîn ku HDP’ê li hember faşîzmê sitû netewandiye û wê netewîne.”
6 partiyên siyasî: HDP ne bi tenê ye
Her wiha 6 partiyên siyasî ku di tifaqa demokratîk a HDP’ê de cih digrin jî têkildarî provakasyona li hember HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan .
6 partiyên siyasî êriş şermezar kirin û gotin:
HDP ne bi tenê ye.
Divê demildest dorpêça polîsan a li ser avahiya HDP’ê bê rakirin.
Û derbarê kesê ku gef li Ayşe Acar Başaran xwariye jî lêpirsîn û darizandin bê destpêkirin.”