Ji bo detserkirina malan çeteyan sivîlek ji Efrînê birîndar kir

Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk ji bo desteserkirina malên kurdan sivîlek li gundê Basofanê birîndar kir, li gundê Hisê yê mabata jî sivîlek revand.

Rêxistina mafî mirovan a Efrînê ragihand ku bi armanca bicihkirina çeteyekî di gundê Basofanê yê Efrînê de, çeteyan bi ser mala şêniyê bi navê Dilo Mihemed Erbo girt.

Çeteyan di êrîşê de bi çekên giran gule li Dilo reşandin û ew birîndar kirin.

Rêxistinê da zanîn ku niha Dilo di nexwaşxaniyê de ye û rewşa wî di metrsiyê de ye.

Çeteyan li gundê hisê yê mabata sivîlek revand

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê mihemed Nûrî Hemo(46) ji gundê Hisê yê navçeya Mabata revand.

Çavkaniyan danxuyakirin ku çeteyan Mihemed bi erebeyekê ve girêdan û di nava gund de xişikandine.

Back to top button