WHO: Di nava 2 salan de 15 milyon kes ji ber vîrûsa Coronayê mirin

Bi destpêkirina şerê giran ê li Ukraynayê, êdî mijara vîrûsa Koronayê ji rojeva cîhanê derket. An jî hat jibîrkirin. Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê eşkere kir; di nava 2 salan de 15 milyon kesî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye. 

Sekreterê rêxistinê Tedros Gebriyesûs bi daxuyaniyekê ragihand vîrûsê bandoreke xerab li pergalên tendirûstiya gelek welatan kiriye û got;

Li gorî daneyên fermî yên welatan, behsa mirina 6 milyona kesî tê kirin.

Lê hejmara rast ji vê pir zêdetir e. Heta niha eşkere ye ku 15 milyona kes mirine.

Piraniya wan jî li parzemînên Başûr-rojhilatê Asya, Ewrûpa û Amerîkayê ne.

Rêxistinê ragihand ku rewşa kambax a pergalên tendirûstiyê bû yek ji wan sedeman ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî pisporan, her çendî rêxistina tendirûstiyê daneyên dawî eşkere kiribe jî lê hejmara rast a miriyên Koronayê wê ti carî zelal nebe.

Sala 1918’an nexweşiya bi navê Şewba Îspanyayê belav bû.

Hingî 100 mîlyon kes ji ber vê şewbê mirin.

Û piştî 100 salî, cara pêşî ye ku şewbek dibe sedema mirina 15 mîlyon kesî.

Back to top button