Plana PDK`ê bi ser neket, xelk vedigerin Şengalê

Ji ber êrişên dijwar ên artêşa Iraqê li ser Şengalê, rojên destpêkê jimarek ji xelkê Şengalê xwe li deverên bi-ewle bi cih kirin. Niha û piştî ew şerê dijwar nema, xelk hêdî hêdî li malên xwe vedigerin. Bi vê vegerê jî hemû hewldanên aliyên ku dixwest Şengalê ji xelkên wê vala bikin, têk çûn. Ew dibêjin: Ti carî em ê ji Şengalê dernekevin û tê de li ber xwe bidin. 

“Ev cihê me ye. Em naçin.”

Wiha ev dayika Êzidî bersiva hemû êriş û planên li ser Şengalê dide.

1’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin berê xwe da Şengalê û dest bi êrişa dagirkirina wê kir.

Bi vê êrişê xwestin, careke din şêniyên Şengalê bidin koçkirin û derheqê wan de qirkirineke nû pêk bînin.

Di vê planê de jî helbet PDK û dewleta Tirk jî cih girtin.

Ji ber êrişên dijwar ên wan rojên destpêkê, jimarek ji xelkê Şengalê xwe li deverên bi-ewle yên nêzî Şengalê bi cih kirin.

Lê belê piştî ku ew şerê dijwar rawestiya, êdî ev xelk li malên xwe vedigerin.

Ev jî malbateke gundê Digurê ya Şengalê ye.

Ew dibêjin ti carî ew ê dev ji malên xwe bernedin

Bi vê vegerê bersiva hemû aliyên ku dixwestin Şengal vala bibe, tê dayîn.

Taybet PDK û ragihandina xwe ku ji roja destpêkê ve ketin nava hewldanan û dest bi belavkirina nûçeyaên mîna Şengal vala bûye kirin.

Lê belê hemû hewldan û planên wan bi vîn û hêza xelkê Şengalê vala derketin û pûç bûn.

Back to top button