Ronak Mecîd: PDK’ê hertim xiyanet hilbijartiye

Li dijî hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de, taybet li Başûrê Kurdisatnê hêrseke tund tê nîşan dan. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd bi mixabinî dibêje: “PDK ji bo berjwendiyên xwe hertim xeta xiyanetê hildibjêre.”
Birîndarên bi çekên kîmyewî jî bang li gelê Kurd kirin ku li her derê li dijî êrişên dewleta Tirk rabin. 

Li dijî êrişên Tirkiyeya dagirker ên li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê, nerazîbûnên tund tên nîşandan.

Taybet şêniyên Başûrê Kurdistanê ku ev êriş dibin sedem ku ziyaneke mezin li wan bibe.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd der barê van êrişan de dibêje:

”PDK’ê hertim ji bo berjewendiyên xwe yên partî û malbatî xeta xiyanetê hilbijartiye.”

Û anî ziman ku PDK hebûna xwe bi dewleta Tirk a ku dixwaze Kurdan qir bike, girê daye.

Birîndarên çekên kîmyewî: Divê Iraq û NY pêşî li êrişên Tirkiyê bigirin

Birîndarên bi çekên kîmyawî yên Başûrê Kurdistanê jî li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan dan û daxwaz ji hikumeta Iraqê û NY kirin ku pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin.

Birîndaran bang li Kurdan kirin ku li dijî êrişên heyî li her derê dakevin qadan û çalakiyan pêk bînin.

Back to top button