Almanya..Daxwaza penaberiya siyasî ya Kurdan nayê qebûlkirin

Hevkariya welatên Rojava li gel siyaseta dewleta Tirk a qirkirina Kurdan di her warî de eşkere ye. Piştgiriya leşkerî û madî didin Enqerê da ku şerê Kurdan bike. Li hemberî wêrankirin û dagirkirina Kurdistanê xwe bê deng dikin. Û kesên ku ji ber zilmê neçarî penaberiyê dibin jî ji aliyê van welatan têne dersînorkirin. Di vî warî de jî herî zêde durûtiya Almanyayê xuya dike.

Salên 90’î li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk zilmeke mezin li gelê Kurd kir.

4 hezar gundên Kurdan hatin wêrankirin.

Bi deh hezaran kes ji aliyê artêşa Tirk û hêzên wê yên tarî ve hatin kuştin.

Ewqas jî hatin wendakirin û aqûbeta wan heta îro ne diyar e.

Bi mîlyonan ji cih û warên xwe bûn.

Ji ber vê zilmê, hejmareke zêde ji Kurdan neçar man berê xwe bidin xerîbiyê.

Welatên Ewrûpa û bi taybet Almanya wan salan ku bi awayekî çalak destek didan siyasetên Tirkiyê, pêşî rê li ber pêla koçberiya Kurdan vekirin.

Lê bi demê re dîtin ku hatina Kurdan dibe sedema hêzeke rêxistinî, vê carû rêbazên cûda xistin dewrê.

Qedexe, zext, girtin û dersînorkirin.

Dema ev dikirin jî dizanîbûn ku vegera wan a ji bo Tirkiyê dikare rê li ber encamên xerab veke.

Û 30 sal in navber nedan vê siyasetê.

Bi taybet ev helwesta rê li ber dersînorkirin û paşê girtina gelek Kurdan vekir di nava 2 salên dawî de zêde hate xuyakirin.

Li gorî daneyên Daîreya Federal a Penaber û Koçberan li Almanyayê, piraniya Kurdên ku ji ber sedemên siyasî koçber bûne, daxwaza an a penaberiyê nehatiye qebûlkirin.

Ji rapora daîreya penaberan a federal jî diyar dibe ku hukûmeta Alman di mijara Kurdan de cihêkariyê dike.

Lewam ji sala 2021’an ve, serlêdanên welatiyên Tirk ji sedî 73’ê wan hatine qebûlkirin.

Lê yên Kurd tenê ji sedî 10.7 e.

Li gel redkirina daxwaza penaberiyê ya Kurdan, hukûmeta Alman demên dawî hejmareke zêde jî dersînor kir.

Li ser pirsa parlementera Partiya Çep Clara Bûnger, eşkere bû ku Almanyayê di nava 2 salên dawî de bêtirî 450 kes dersînorê Tirkiyê kirine.

Parlementer Bûrger ev yek weke durûtî binav kir û got;

Li aliyekî hukûmeta Alman, rewşa Kurd û muxalifan li Tirkiyê weke metirsîdar binav dike, li aliyê din jî daxwaza siyasî ya penaberên Kurd red dike.

Êdî lazime Almanya rewşa xeter a ku Kurd pê re rû bi rû ne bibîne.

Bi dersînorkirina Kurdan re, eşkere dibe ku rêveberên eyaletan li Almanyayê dibin hevkarê siyaseta êrişkar a Erdogan.

Back to top button