Ohchr: Heta niha li Ûkranyayê 227 sivîl hatine kuştin 525 jî birîndar bûne

Şerê Ûkranya û Rûsya 7 roj li pey xwe hişt.

Her ku roj derbasdibe bîlançoya şer giran dibe alî li gor xwe daxuyaniyên cûda didin.

Ofîsa Komisertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji 24’ê Sibatê dema ku şer destpûkirye heta niha li Ûkranyayê bi giştî 227 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 525 sivîl jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şerê 7 rojan de 498 leşkerên wan hatine kuştin 1597 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Di roja 8’an de Rûsya êrişa xwe ya li ser Ûkraniyayê girantir kiriye.

Taybet hêzên Rûsî li li qeraxê Derya Reş ve bi pêş ve diçe.

Ûkranya ji bo pêşketina hêzên Rûsî bigre li nav bajaran xendekan dikole, piran diteqîne.

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Ûkranyayê Anton Geraşenko ragihand ku Rûsya li kîevê bi mûşekan stasyona Trenê û boriyên avê bombebaran kir.

Anton Geraşenko diyar kir ku ji ber bombebaranê beşeke bajarê Kîevê bê av man.

Ofîsa Komisertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji 24’ê Sibatê dema ku şer destpûkirye heta niha li Ûkranyayê bi giştî 227 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 525 sivîl jî birîndar bûne.

Wezareta parastina Rûsyayê: 498 leşkerên me hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja şer destpêkiriye heta niha yekem car derbarê wendahiyên xwe de daxuyaniyek da û got:

Di şerê 7 rojan de 498 leşkerên wan hatine kuştin 1597 leşkerên wan jî birîndar bûne.

606 tang, 13 balafir, 67 pergala mûşekan, 53 balafirên bê mirov û 1612 avahî techîzatên Artêşa Ûkranyayê hatine bêbandorkirin.

Hêzên me bajaroka Gora ya girêdayî Harkovê jî xistin kontrola xwe.

Her wiha wezaretê diyar kir ku hêzên Komara Donetsk jî bajarên weke Vinogradnoye, Sartaka ve Vodyanoye xistin kontrola xwe û 4 km pêşve çûn.

Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodomir Zelensky jî doh ragihandibû kû hêzên wan jî heta niha nêzî 9 hezar leşkerên Rûsî kuştin e.

Back to top button