Di demekê de ku yekrêziya Kurdî rojev e û gelek xebat ji bo wê tên kirin, ji Rêber Ocalan jî, banga yekîtiyê hat. Piştî 21 salan, yekem car Rêber Ocalan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku tenduristiya wî baş e û hîna nexweşiya Corona li wir tune ye. Rêber Ocalan bi giranî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û banga yekîtiyê kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan, Rêber Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn.
Piştî 21 salî, yekem car Rêber Ocalan, bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û diyar kir ku rewşa tenduristiya wî baş e.
Têkildarî telefonê û naveroka wê, Mehmet Ocalan ev agahî dan:
“Ji me re gotin saet 1’ê werin Dozgeriya Komarê ya Rihayê.
Li ser vê jî, em çûn dozgeriyê û li wir me peywendiya telefonî pêk anî.
Telefon carekê qut bû. Piştre em dîsa axivîn.
Axaftina me ya telefonê nêzî 20-25 deqeyan berdewam kir.
Got tenduristiya min baş e û niha nexweşî li vir tune, lê di rojên pêş de çi bibe ne diyar e.
Bi giranî li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û banga yekîtiyê kir.”