Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezirandina navenda Kewkeb El Tifûlê ya zarokên şehîdan a Reqayê, şahiyek bi dirûşma “Zarokên şehîdan mîrasa rasteqîn a avakirina neteweya demokratîk in” li dar xist.
Di şahiyê de rêvebera navenda zarokan Fatme El Îsa axivî û got:
“Em îro bi beşdariya we kêfxweş in û em li vir in da ku kenê li ser rûyê zarokên şehîdan xêz bikin û salvegera yekemîn a dameziramdina navenda Kewkeb El Tifûlê pîroz bikin.
Zarokên şehîdan mîrasa rasteqîn a avakirina neteweya demokratîk in.”
Piştre, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber Emîne Osê jî axivî û ev tişt anî ziman:
“Di salvegera damezirandina Kewkeb El Tifûlê em bi rêzdarî şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke birûmet û ewle berdêlên herî biha dane û emanetek ji me re hiştiye, bi bîr tînin.”
Piştre, zarokan şanoyê bi navê “Jidayîkbûna nû û şehîd û hêvî” pêşandan.
Di dawiya şahiyê de rêveberên navendê ji aliyê desteyê ve hatin xelatkirin.