Tevgera Jinên Azad (TJA), berdana 3 çerdevan ango nokerên ku li Mêrdînê destdirêjiyê jineke 22 salî kiribûn şermezar kir.
TJA, têkildarî berdana 3 faîlên destdirêjiyê protesto kir û got: “Em ê dozê bişopînin.”
Lê Mêrdînê yek jê cerdevan 3 kesan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jineke 22 salî kirin. dewleta dagirker her sê kes serbest berdan.
Tevgera Jinên Azad (TJA), serbestberdana faîlên destdirêjiyê li Stenbolê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de pankarta “Çeteyên tecawizkar neparêze, bidarizîne!” hat vekirin û tim dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. .
Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma 3’yem a Stenbolê Gulîstan Aydinê metna daxuyaniyê xwend û got:
“Dewlet kesê ku destdirêjiyê dike taybet jî memûrên xwe bêcezakirinê, van sûcan teşwîq dike, ev şereke taybet e ku li dijî jinan û dijî kurdan tê meşandin e.
Em vê polîtîka qirêj şermezar dikin û em ê ti car qebûl nekin.
Divê ev cerdewan dewsa bên berdan demildest bên girtin.”



