Qonaxa sêyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê bi pêşengiya YPJ’ê bi hemî hêz xwe didome.
Şevê din di encama çalakiya hêzên Ewlekariya hundirîn di nava kampa Holê de 3 çete hatin girtin û di çalakiyeke taybet a YPJ’ê de hêjmarek cebilxane hate desteser kirin.
Di ancama çalakiyên hatin li darxistin de, cebxaneyên hatin desteserkirin:
- Fîşekên Klaşnîkof: 485
- Fîşekên Tabancê: 66
- Sê bombeyê dest wek mayîn amade kirine
- 2 fener veguhertine halê mayîn
- Namloyê tabancê Glok 1
- Fonyê Mayînan: 21, TNT: Bîdonek 20 lt
- Hêjmarek batariyên feneran ji bo teqandina mayînan amadekirî
- 3 rextên vala, rextekî teqemeniyê
YPJ’ê di rojên derbasbûyî de jî hejmarek ji amûrên kuştina mirovan û Madeyên teqemeniyê desteserkirin.
Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku wê vê operasyon heta pêkanîna aramiyê bidomînin.
Bi vê daneyê re ji destpêka operasyonê ve 34 çete hatine girtin.