Guman û fikarên Iraqê li ser hevdîtina Barzanî û misteşarê MÎT’ê heye

Civîna navbera serokê PDK’ê û Misteşarê MÎT’ê de fikar xistiye nava berpirsên Iraqê.
Rayedarên Iraqê di wê gumanê de ne ku Barzanî ji bo hîn zêdetir dagirkirina xaka herêmê ronahiya kesk ji Tirkan re pêxistibe.

Li gel pirsgirêk û nakokiyên di qada siyasî ya Iraqê de rû didin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê kûrtir bike.

Tirkiyê dixwaze bi riya PDK’ê qada dagirkirina xaka Iraqê berfireh bike.

Bi taybetî piştî hevdîtina serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re ev fikar hîn zêdetir bûye.

Ev hevdîtina PDK’ê û MÎT’ê di nava rayedarên Iraqê de jî bûye cihên fikaran.

Rayedarên Iraqê di wê fikarê de ne ku Barzanî ji bo destpêkirina êrişa dagirkeriyek mezintir di nava xaka Iraqê de, ronahiyek kesk ji Tirkiyê re pêxistibe.

Ji Berpirsên Çarçoveya Hemahengî Elî Zubeydî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Hevdîtina PDK’ê û MÎT’a Tirkiyê fikaran derdixe holê.

Em nizanin gelo ev yek wê rê bide dagirkeriya Tirkiyê an na.

Serdaneke wisa di vê demê de tiştekî sosret e.”

Elî Zubeydî dazanîn ku li gorî hemû agahî û daneyan, PDK’ê ji Tirkiyê re dibe alîkar da ku dagirkeriya xwe ya li Iraqê berfirehtir bike.

El Zuberydî diyar kir ku divê demildest ev piştgirî were rawestandin.

Şîrovekarê Siyasî Kazim Hac jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide navendên xwe yên dagirkeriyê berfirehtir bike.

Kazim Hac anî ziman ku divê hikûmeta Iraqê, li hermber dagirkeriya Tirkiyê demildest tedbîrên xwe bigire û ji bo derxistina van hêzan kar bike.

Hêjayî gotinêye ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker her ku diçe di nava xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê de zêdetir dibe.

Li gel van êriş û bombebaranan, bi dehan navend û baregehên hêzên leşkerî hatine avakirin.

Lê heta niha desthilata Iraqê helwestek ciddî nîşan nedaye.

Back to top button