Piştî serdana serokê MÎT’ê, PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê re rawestandin

Duh Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li gel Mesûd Barzanî civiya.
Piştî wê PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê re a li ser avakirina îdareya Kerkûkê rawestand.
Li gorî agahiyan PDK’ê fermana betalkirina vê hevdîtinê ji Serokê MÎT’a Tirk wergirtiye.

Piştî serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bo Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, PDK’ê di hin bernameyên xwe de guhertin çêkirin.

Hate ragihndin ku PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê yên li ser avakirina îdareya parêzgarê Kerkûkê rawestand.

Li gor agahiyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatiye parvekirin, PDK’ê bi fermana Mesûd Barzanî, hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê re rawestand.

Biryar bû PDK û YNK roja Çarşemê bê di derbarê Kerkûkê de bicivin.

Di civînê de wê herdû aliyna pêkanîna îdareya xwecihî ya parêzgareha Kerkûkê û Mûsilê gotûbêj bikrana.

Lê ev civîn li ser fermana Mesûd Barzanî hate betalkirin.

Balkêşe ku ev biryara PDK’ê piştî hevdîtina Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin bi Mesûd Barzanî re hate girtin.

Li gor agahiyên bidest ketine, yek ji mijarên sereke yên hevdîtina Kalin û Barzanî îdareya Kerkûkê bû.

Di hevdîtinê de Serokê MÎT’ê ji Barzanî re gotiye ku ew naxwazin PDK li gel YNK’ê îdareya Kerkûkê pêk bîne.

Piştî vê fermana Serokê MÎT’ê, Mesûd Barzanî jî bi hinceta ku ji siyaset û helwestên YNK’ê bifikare, pêvajoya guftigoyên PDK’ê yên bi YNK’ê re betal kir.

Li gorî agahiyan, Tirkiye hewil dide bi riya PDK, YNK’ê jî li dijî PKK’ê sor bike.

Lê li gor tê dîtin YNK li hember daxwaza hevpar ya MÎT û PDK’ê serî natewîne.

Gorî agahiyan Serokê MÎT’ê li Hewlêrê bi nûnerên Tirkmenên Kerkûkê re hevdîtin pêk aniye û ji wan re gotiye, bi PDK’ê re di nava têkiliyê de bin û bi YNK’ê re tifaqê nekin.

Herwiha Serokê MÎT’ê ji nûnerên Tirkmenên Kerkûkê re gotiye ku wan garantî ji Barzanî wergirtine ku derbarê Kerkûkê de tifaqê li gel YNK’ nakin.

Back to top button