Bi yek dengî em tecrîdê qebûl nakin em ê biqîrin

Wê 18’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiye wê kurd û dostên xwe ji bo balbikşînin li ser tecrîdê wê li navçeya Gemlîkê ya Bajarê Bursayê ku rêya hatin û çûyîna Îmraliyê ye meşeke lidarbixin.
Şêniyên Colemêrgê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dan û banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ kirin.

Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî tên astengkirin.

Şêniyên Colemêrgê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dan, banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ ku 18’ê Mijdarê li navçeya Gemlîkê ya bajarê Bursayê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were lidarxistin kirin.

Metîn Demîrel diyar kir ku teqez ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got ku tecrîd pêkanînek dermirovî ye.

Demîrel anî ziman ku gelê Kurd divê li dijî tecrîdê bêdeng nemîne û wiha got:

“Ji bo şikandina tecrîdê divê em hemû bi hev re li ser piyan bin.

Divê her kes tevlî ‘Meşa Azadiyê’ bibe ku wê li Gemlîkê were lidarxistin.

Ji ber ku em tecrîda li ser Rêbertî qebûl nakin.”

“18’ê Mijdarê divê gelê Kurd rabe ser piyan”

Mehmet Emîn Ûlûtaş jî anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha pêde çû:

“Tecrîd nayê qebûlkirin û divê ti mirov di bin tecrîdê de nebe.

Ji bo şikestina tecrîda li ser Rêbertî divê hemû gelê Kurd, parêzer, siyasetmedar, rêxistinên civakî yên sivîl û her kes kom bibin.

18’ê Mijdarê divê gelê Kurd rabe ser piyan û bi hev re li Îmraliyê be.

Divê bi yek dengî bi gotina ’em tecrîdê qebûl nakin’ bi qîrin.”

Xanim Sezen jî ragihand ku ew tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û wiha got:

“Bi milyonan Kurd dixwazin Rêber Apo were berdan.

Me Kurdan ti carî serî netewandiye. Em vê zilmê qebûl nakin.

Gelê Kurd wê her tim hebe. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin.

“Yên ku aştiyê naxwazin, tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin”

Mesûde Agirtaş jî banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê kir ku 18’ê Mijdarê wê were kirin û got:

” Em aştiyê dixwazin, lê ew aştiyê naxwazin. Lewma tecrîdê pêk tînin.”

Mehmet Demîr jî diyar kir ku tecrîd zilm û bê edaletî ye û destnîşan kir ku ti mirov divê tecrîdê qebûl neke.

18’ê Mijdarê li dijî tecrîdê wê li gemlîkê meşek pêk were

Back to top button