”Beyî hevgirtin û diyalogên navxweyî çareserî ne pêkane”

Aktîvîst û siyasetmedarên sûriyeyî destnîşan dikin ku li gel geşedanên û li gel nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî yên li ser hegemoyê li Sûriyeyê, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî gelek girîng e.

Siyasetmedar Basil Teqyedîn got, diyaloga navxweyî gelek girîng e û wiha domand:

“Bê guman, ji ber ku em sûriyeyî ne û li Sûriyeyê ne, ev diyalog tevahî sûriyeyiyan kom dike, ji ber wê girîng e.

Di heman demê de ev diyalog ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên gel, di serî de pirsgirêka Kurd pêwîstiyek e.

Diyaloga navxweyî dihêle her pêkhateyek xwe îsbat bike.

Taybetmendiya xwe di bin siya sûriyeyeke yekbûyî de biparêze û pirsgirêkên xwe çareser bike.”

Aktîvîstê sivîl Mihemed Mehmûd balkişand ser encamên xwespartina li çareserî û fermanên derve û got:

“Heta em xwe nespêrin diyalogeke nîştimanî û rêgezên nîştimanî, wê hêzên herêmî her tim sûdê ji rewşa me ya berbelav bigirin û berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Back to top button