Li Helebê ji ber dorpêç û êrîşan mazot kêm hatiye belavkirin

Ji ber dorpêçê heta niha şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, para xwe ya mazotê wernegirtine.
Meclisa Giştî ya her du taxan, 100 lître mazot tenê li her malbatekê belav dike.

Komîteya Sotemeniyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye mazotê li şêniyan belav dike.

Her malbatekê 100 lître bi buhaya 550 lîreyan ji bo her lîtreyekê werdigire.

Lê belê lîtreya mazotê li sûka reş bi 17 hezar lîreyan e.

Welatiyê bi navê Mehmûd Derwîş ê taxa Şêxmeqsûd dimîne got:

“Sedema ku em usa jiyan bikin dorpêça hikumeta Şamê û dewleta tirk e.

Divê hikumeta Şamê dorpêçê bi dawî bike û bihêle miqdarên mezin ên sotemeniyê derbasî her du taxan bibin.”

Welatiyê bi navê Mehmûd Terab jî got: “Min 100 lître mazot wergirt, lê ev miqdar têra zivistanê nake.

Divê hikumeta Şamê bihêle tankerên din ên mazotê derbasî taxê bibin.”

Welatiya bi navê Dûa Mihemed jî diyar kir ku mazota hatiye belavkirin gelekî kêm e û got:

“Dîsa jî em spasiya komîteyên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin lê zivistan pir dijwar derbas dibe.

Back to top button