Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Kasselê li bajêr çalakî li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Li bajarê Kassel ê Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” de stand hat danîn.
Çalakî 3 saetan dewam kir û ji bo balê kesên derdor bikişînin xebat hatin kirin.
Nûnerên ku di çalakiyê de axivîn bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkîldarî geşedanên herêmê agahî dan.
Stand bi broşurên destan û bi materyalên dîtbarî hat xemilandin.
Bi rêya meteryalan têkoşîn, dîrok û daxwazên gelê Kurd ji kesên serdana standê kirin re vegotin.
Endamên DKTM’ê diyarkirin ku dê bi armanca hişyarîkirina civaka sivîl her şemiyê di heman saetê (15:00) û li heman cihî de bi çalakiyên heman rengî li qadê bin.



