Balafireke şer a Amerîkî li Deryaya Spî hat xwarê

Artêşa Amerîkayê ragihand ku balafireke wan a şer li Deryaya Spî hatiye xwarê.

Fermandarîya Navendî ya Artêşa Amerîkayê li Ewropayê duh bi şev ketina balafireke xwe li Deryaya Spî ragihand.
Fermandriya amerîkî bêyî ku cureyê balafirê bîne ziman, eşkere kir ku ew balafir di dema rahênanên leşkerî de hatiye xwarê.
Hemwextî gûrbûna şerê Xezayê û zêdebûna êrişan li dijî hêzên wê, hefteya derbasbûyî Amerîkayê hejmareke balafirên pêşketî şandibû Rojhilata Navîn.
Li gorî wê,  ew balafir ji bo parastina hêzên wan ên li herêmê û rêgiriya li ber berfirehbûna şerê Xezayê ne.
Back to top button