Israîl: Me bi balafirên şer êrişî Sûriyê kir

Artêşa Israîlê ragihand ku balafirên wê yên şer bersiv daye mûşekên ji Colanê û çend dever bombebaran kiriye.

Artêşa Israîlê duh yekşemê got ku wan bi balafiran hin deverên binsesaziyê li Sûriyê bombebaran kirine.

Berî niha jî Rojnameya Jerusalem Post a israîlî gotibû ku 2 mûşek ji Sûriyê hatine û li Colanê ketine, lê tu ziyan çênekirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku ji serê salê vem Israîlê 48 caran êrişê Sûriyê kiriye, 17 ji wan piştî şerê Xezayê ne, di encamê de, 200 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Back to top button