Kongreyeke navdewletî ji bo piştgiriya bi Libnanê re, bi rêya internetê hat lidarxistin

Îro kongreyeke navdewletî ji bo piştgiriya bi Libnanê re, bi rêya internetê hat lidarxistin.
Di kongreyê de biryar hat dayîn ku alîkarî ji bo Libnanê werin şandin, her wiha derbarê teqîna Beyrûtê jî, banga destpêkirina lêpirsîneke bêalî hat kirin.

Ev kongre li ser daxwaza serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hat lidarxistin.

Aliyên di kongreyê de beşdar bûn teqez kir ku wê gelê Libnanê bi tenê nehêlin.

Her wiha biryar hat giritin ku yekser alîkarî ji bo gelê Libnanê were komkirin û şandin.

Beşdarên kongreyê bang kir ku derbarê naskirina rastiya teqîna Beyrûtê, lêpirsîneke bêalî û pêbawer were destpêkirin.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser beşdariya di vê lêpirsînê de, amadehiya welatê xwe nîşna da.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî hêvî ji hikûmeta Libnanê kir ku ji bo dûrketina ji tevlîheviyan, di çarçoveya hêvî û daxwazên Libnaniyan tevbigere.

 

Back to top button