YE: Sînorên deryayî bi riya tevgerên yekalî nayên xêzkirin

Yekîtiya Ewropayê li ser tevgera dewleta Tirk a piştî tifaqa deryarî ya navbera Misir û Yûnanistanê li Deryaya Spî, fikarên xwe anîn zimên.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê, Josê Borrell, derbarê zêdekirin û komkirina hêzên deryayî yên Tirkiyê di Deryaya Spî de, nirxandin kir.

Josê Borrell destnîşan kir ku tevgerên Tirkiyê di Deryaya Spî de, yên piştî imzekirina tifaqa deryarî ya navbera Misir û Yûnanistanê, wê nakokiyan zêdetir bikin.

Borrell diyar kir ku sînorên deryayî yên navbera welatan, ne bi rêya tevgerên yekalî û rêbazên leşkerî tên xêzkirin, lê belê bi rêya diyalog û danûstandinan.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê, Josê Borrell teqez kir ku çi nakokiyên hebin divê bi li gorî qanûnên navdewletî werin çareserkirin.

Back to top button