Xwepêşander di roja duyan de daketin qadan û banga istîfaya hikûmetê kir

Piştî xwepêşandana duh a Libnaniyan a li dijî hikûmetê, ku tê de bi sedan xwepêşander birîndar bûn û endamekî hêzên ewlehiyê hat kuştin, îro jî bi heman coşê Libnanî daketin qadan û banga istîfaya hikûmetê kir.

Îro di roja duyan de, bi hezaran Libananî daketin qadan û derbarê teqîna Beyrûtê bertekên xwe li hember hikûmetê nîşan dan.

Li derdoera avahiya parlamanê careke din pevçûn navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de rû dan.

Xwepêşander hewil didin hemû bendên ku hêzên ewlehiyê danîne derbas bikin daku bigihin avahiya parlamanê.

Ji bo berbelavkirina xwepêşanderan jî, hêzên ewlehiyê gaza rundikrêj bi kar tîne.

Her wiha di encama van pevçûnan de şewateke li ber dergeha qada parlamanê derket.

Hat ragihandin jî ku xwepêşander ketin çend avahiyên hikûmetê ku di nava wan de avahiyên wezaretan hene.

Di nava bangên kolanan ku hikûmeta Libnanê istîfaya xwe bide û tevî istîfaya 3 wezîran jî, îro hikûmet civînek li dar xist û ti daxuyanî neda.

Back to top button