Ji ber kirinên çeteyên Tirkî jinekê hewl da xwe bikuje

Hovîtiyên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî roj bi roj zêde dibin. Jina bi navê M.B ji ber lêdana çeteyan û dermanên şaş, rewşa tenduristiya wê gelek xirab bûye. Ev hemû sûcên dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî rû didin.

Bûyerên kuştin, revandin û talankirin li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine bi taybetî li dijî jinan roj bi roj zêde dibin.

Ji nav bi hezaran jinên ku rastî îşkenceya derûnî û bedenî hatine çîroka jina bi navê M.B a ku ji ber tirsa li ser jiyana malbata xwe ya ku li herêmên dagirkirî dimîne, nexwest navê xwe eşkere bike.

Ji ber rewşên dijwar li Efrînê, jina bi navê M.B neçar ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide Helebê.

M.B behsa çîroka xwe ya li Efrînê kir û wiha got:

“Çeteyan sahrîcek av bê pere ji birayê hevserê min xwest. Lê wî daxwaza wan red kir.
Di encamê de bi hev ketin, ez û hevserê xwe bi lez me alîkariya wî kir, lê çeteyan bi ço li min û hevserê min da.”

Jina bi navê M.B ji ber lêdana ku di serê xwe de xwar serdana bijîşk kir.
Ew bijîşk bi çeteyan re hatibû herêmê.

M.B diyar kir ku bijîşk bi şaştî derman da wê û got:

“Ji ber ku bi şaştî derman da min, hinekî nexweşiyên nû bi min re çêbûn, mina gêjbûn.”

Beriya ku M.B berê xwe bide bajarê Helebê, rewşa wê ya tenduristî gelek xirab bû.

Ji ber wê ji bo xwe bikuje xwe ji banê malê de avêt.
Di encamê de destê wê yê çepê û stûna pişta wê şikestin.

Bijîşkê ku rewşa M.B dişopîne destnîşan dike ku M.B bi nexweşiyek derûnî (nefsî)ketiye ji ber zexta derûnî li gel tirsa ku lêdan xwariye.

Di dawiyê de jina bi navê M.B bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya Tirkiyê bigirin û sûcên wê li Efrînê rawestînin.

Back to top button