Li dijî herêma kesk ya bexdayê êrîşa bi muşekan pêk hat

Li dijî Herêma Kesk a Bexdayê êrîşek bi muşekan pêk hat.
Di encama êrişê de ti ziyanek canî çênebû.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, di saetên şevê de sê muşek ji bo Herêma Kesk a Bexdayê hatine avêtin.

Li gorî daxuyaniyê du muşek li Herêma Kesk ketine, muşekek jî li herêma Harisiye ketiye.

Ji bilî ziyanên madî ti ziyanek canî bi xwere neanîne.

Li gorî heman daxuyaniyê muşek ji taxa Hey Selam hatine avêtin, hêzên ewlehiyê cihê ku muşek jê hatine avêtin tespit kirine.

Heta niha jî ti aliyek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

LI Kerkûkê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li aliyekî din, li Kerkûkê, 7 DAIŞ’iyên din bûn armanca êrîşên asîmanî yên balafirên koalsiyona navnetewî.

Di êrîşa Koalisyonê li dijî nuqteyên çeteyan yên li Wadî El-Şaî de, 8 êrîşên asîmanî pêk anîn û tê de 7 DAIŞ’î hatin kuştin.

Li Felocayê jî hêzên Istixbarata Leşkrî ya Iraqî girtina çeteyekî DAIŞ’ê bi operasyoneke istixbaratî ragihand.

Back to top button