Amerîka: Çareseriya guncaw li kêleka dewleta Filistînê dewleta cihû ye

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê helwesta xwe ji bo çareserkirina nakokiya Îsraîl- Filîstînê eşkere kir û got,
Misogerkirina paşeroja Îsraîlê wekî dewletek Cihû û demokratîk, li kêleka dewleta Filîstînê ye.

Li gorî ajansa Reuters ragihandî Wezareta Karên Derve ya Amerîka Anthony Blinken hempîşeyê xwe yê Îsraîlê agahdar kir ku çareserkirina nakokiya Îsraîl- Filîstînê ji bo paşeroja Îsraîlê çareseriya herî guncawe.

Wezareta Karên Derve dazanîn ku Blinken di peywendiyek telefonî de bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi ragihandiye ku rêveberiya Joe Biden dibîne ku çareserkirin misogerkirina pêşeroja Îsraîlê wekî dewletek Cihû û demokratîk li kêleka dewleta Filîstînê ye.

Back to top button