Li Efrîn..dagirkeran li gundê Basutê yê Şêrewa di nav de jinek du sivîl kustin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane didomînin.
Dagirkeran li gundê Basutê yê Şêrewa du sivîl kuştin, li navçeya Mabata û Şera jî 5 sivîl revandin.

Sûc û hovîtihya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan her diçe zêdE dibin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakur Sûrî ragihand ku çeteyan li gundê Basutê yê navçeya Şêrewa malek teqand.

Di enacama teqînê de jina bi navê Hêva Şerîf a 21 salî û Newzet Ekrem Tobal yê 45 salî yên ku di hundir malê de bûn, hatin kuştin.

Li gorî dîmenên ku Navendê weşandiye, dema pêkanîna teqînê, dengê çeteyan ku dibêjin ” Tekbîr” tê bîhistin.

Dagirkeran li navçeya Mabata û Şera 5 sivîl revanidn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku çeteyan li ser bendeke kontrolê yê nêzî gundê Kokanê yê navçeya Mabata sê sivîl revandin.

çeteyan bi bihaneyên ne rast şêniyên bi navê Mihemed Mistefa Elî, Reşîd Hebeş û Mihemed Seîd Mihemed revandin.

16’ê Sibatê jî, Li navçeya Şera çeteyan şêniyê bi navê Ismaîl Nebî Şêxo (35) salî yê ji gundê Qere Tepe revand.

Ji heman navçeyê jî, çeteyan şêniyê bi navê Elî Hesen Hesen ê 30 salî yê ji gundê Qitmê revand.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakur Sûrî jî, dagirkeran ji destpêka meha Sibatê di nav de 6 jin 49 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin.

Back to top button