Danustandinên navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê despê kir

Ji bo dawî anîna tundiya li Efxanistanê li paytexta Qeter Doha ji Îlona 2020’an ve di navebera hikumet Efxanistan û Talîbanê de danustandinan pêk tên.
Şandeya Talîbanê piştî 26’ê Çile dest bi gera danustandinan kir, muzakere hatibûn rawestandin.
Niha careke din muzakereyên navbera aliyan despê kir.
Li gorî NY di nava sala 2020’an de li welat zêdeyî 3 hezar kes hatine kuştin û nîvê wan jî jin û zarokin.

Berdevkê Şandeya Danustandinan ê Talîbanê Mihemed Neîm Wardak li ser despêkirina muzakereyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê agahî da.

Mihemed Neîm Wardak anî ziman ku danustandin ji cihê rawestiyayî careke din despê kiriye.

Wardak got,

Ji bo famkirina naveroka hevdîtinan, wê bi awayekî kom-kom danustandin werin kirin.

Endamê Şandeya hikumeta Efxanistanê Gulam Faruk Mecruh jî ragihand ku piştî demek dirêj careke din danustandinan despêkiriye û di hevdîtina despêkê de jî biryara dumandina danustandinan hatiye girtin.

Hikumeta Efxanistanê, Talîban bi durketina ji danustandina tewambar kiribû û îdia kiribû ku amadekariyên şer dike.

Ji bo dawî anîna tundiya li Efxanistanê li paytexta Qeter Doha ji 6’ê Çileyê ve di navebera hikumet Efxanistan û Talîbanê de danustandinan despêkiribû.

Piştî 26’ê Çile şandeya Talîbanê dest bi gera danustandinan kir muzakere hatibûn rawestandin.

Di nava sala derbasbûyî de li Efxanistanê zêdeyî 3 hezar kes hatin kuştin

Li aliyekî din li gorî daxuyaniya Rêxistina Alîkariyê ya NY ji bo Efxanistanê di nava sala 2020’an de zêdeyî 3 hezar kes li welat hatine kuştin.

Ji sedî 45 ji kesên hatîn kuştin raste rast hatine hedefgirtin û ji sedî 43 ji van kesan jî zarok û jinin.

Back to top button