Bi rasthatina salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Partiya Kesk a Demokratîk daxuyaniyek da…
Partiya Kesk a Demokratîk bang li hêzên têkoşer kir ku têkoşînê mezin bikin.
Partiyê di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku komplo di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê kurd kir hedef û got:
“Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bê divê pergala hov a Îmraliyê bi dawî bibe.
Lazime saziyên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan dengê xwe bilind bikin ..
Her wiha rewşa Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê eşkere bikin.”
Partiyê bang li gel û hêzên têkoşer kir ku têkoşînê mezin bikin..
Partiyê di dawiyê de got:
“Ji ber ku ewlehî û aştî li cîhanê pêk tîne. Azadî ji bo birêz Ocalan û hevalên wî.”