Ciwanên herêmê li dijî komploya 15’ê Sibatê derketin

​​​​​​​Ciwanên Minbicê,Til Hemîs û Şedadê û Holê bi çalakiyên cûr be cûr komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin..
Ciwanan tekez kir ku heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me dê berdewam be.

Ciwanên Minbicê ji bo şermezarkirina komployê meşeke bi meşaleyan li dar xist .

Di çalakiyê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Şêrîn Mihemed El Ehmed axivî û got:

“Kes nikare roja azadiyê tarî bike û vîna me bişikîne.”

Ciwanên Til Hemîsê jî bi heman armancê derketin ..

​​​​​​​Ciwanên Til Hemîsê destnîşan kirin ku roja 15`ê Sibatê ji bo gelên bindest û têkoşer rojeke dijwar bû û gotin:

“Kesek nikare roj, azadî û nasnameya me tarî bike.”

Şêniyên Şedadê û Holê bi du çalakiyên cuda tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin..

Li Şedadê endamê Tevgera Ciwanan Casim El Xidêr di çalakiyê de banga azadiya fîzîkî ya RÊber Apo kir.

Back to top button