5 Kamyonên alîkariyê derbasî Bakurê Sûrî bû

Beşeke din a alîkariyan bi rêya Ewn El Dadat derbasî bakurê Sûriyê bû.

Piştî erdhejê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo herêmên wêranbûyî alîkarî dan hev.

Beşeke din ji bo wan alîkariyan bi rêya Ewn El-Dadat derbasî bakurê Sûrî bû.

Doh 5 kamyonên madeyên xwarinê, kon, cilûberg, betanî û gelek madeyên din derbas bûn.

Bi wê re, hajmara kamyonên alîkariyan yên ku derbas bûne gihaşt zêdetirî 125 kamyonî.

Rêveberiya Xweser jî ji 8’ê Sibatê ve 30 sahrîcên sotemeniyê şandin deriyê Um El-Cilûd.

Lê dewleta Tirk a dagirker rê nade ku ev sahrîc derbasî bakur rojavayê Sûriyê bibin.

Back to top button