Çeteyên dewleta Tirk a dagiker li Efrînê, mal û milkên 2 şêniyên Efrînê yên koçber bûne. firotin.
Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li kolana Vêlat a Efrînê milkên Bedirxan Mihemed û Rêzan Mihemed firotin.
Di heman çarçoveyê de jî, çete li Gundê Basûtê û Birc Ebdalo hinarê şêniyan ji nava zeviyên wan dizîn.
Hinarê şêniyên bi navê Mihemed Birahî, Xelîk Elî, Xelîl Hesen û Mihemed Betal hatin dizînin..
Li gorî heman çavkaniyê, çeteyan piştî hinar ji nava zeviyên şêniyan dizîn, li bazara Hal firotin.
Her wiha saziya çeteyan a kehrebê jî kabluyên Telîfonê li gundê Qira Tibe û Qîbar dizîn..