Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku hilbijartinên 9’ê Tebaxê yên Belarûsê bi fen û fûtan hatibûn kirin û ne rewa bûn.
Borrell da xuyakirin ku YE van hilbijartinên neazad û ne adil nas nake.
Josep Borrell da zanîn ku sonda Aleksandr Lûkaşenko ya ku duh bi merasîmekê xwaribû, nerewa ye.
Piştî lidarxistina merasîma sondxwarinê ya Lûkaşenko, rikeberên wî, ji nû ve daketin qadan.
Di encama çalakiyên şermezarkirinê de, bi dehan kes hatin binçavkirin.
NY berî niha dabû xuyakirin ku li Belarûsê zêdeyî 10 hezar sivîl hatibûn girtin û êşkence li zêdeyî 500 kesan jî hatibû kirin.