Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdên xwe bi raya giştî parve kir.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
Îro roja Çarşemê derdora saet 17:10 balafireke dagirkeriya Tirk a bê mirov û bi çek erebeya şervanên me bi erebeyeke sivîl vedigerîn ser erka xwe, li gundê Mela Sebat ê bajarê Qamişloyê de topbaran kir.
Di encama topbaranê de her du şervanên me bi nav Dijwar Kobanê û Çiya Qamişlo şehîd bûn.
Her wiha sivîlê bi navê Edîb Yûsif jî ku pê re bû, şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên sînorî ku tijî sivîl in, bi balafir û çekên giran heta bi nexweşxaneyan topbaran dike.
Ew ne tenê şervanan her wiha kesên sivîl jî topbaran dike.
Di çarçoveya parastina rewa de em ê bersiva dagirkeriyê bidin û gel û herêmê ji êrişan biparêzin.