Şêniyên Qamişlo şehîdên komkujiyê bi bîr anîn

Sala 2016’an çeteyên DAIŞ`ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê bi erebeyeke bombebarkirî komkujiyek pêk anî. Bi dehan ji şêniyên Qamişlo îro di salvegera 6’an de şehîdên wê komkujiyê bi bîr anîn.

Beriya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de ragihînin, çeteyên DAIŞ`ê li Qamişlo komkujiyek pêk anî.

Komkujiya Qamişlo di 27`ê Tîrmeha 2016`an de pêk hat.

Di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 şêniyên bajêr birîndar bûn.

Her wiha 2 avahî bi temamî bi ser serê welatiyên sivîl de hatibûn rûxandin ku 58 sivîl, 3 endamên Hêzên Asayîşê şehîd bûbûn û 177 sivîl jî birîndar bûbûn.

Îro bi pêşengiya Meclisa Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî ya bajêr ji bo salvegera 6`an a komkujiya bajarê Qamişlo, li cihê bûyerê saet di 6`an êvarê de bi dehan gelê bajêr şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Back to top button