Dagirkeriyê gundê Xirnat yê Şehbayê da ber topan

​​​​​​​Îro jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên herêma Şehbayê dan ber topan.

Dagirkeriyê vê êvarê gundê Xirnata yê herêma Şehbayê topbaran kir.

Li gorî agahiyên ziyanên madî çêbûn.

Duh jî dagirkeriya Tirk navçeya Til-Rifetê bi giran topbaran kir.

Di encamê de 6 welatî ku di nava wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn..

Ji ber topbarana duh îro birîndarekî jiyana xwe ji dest da

Duh jî dagirkeriya Tirk Eyn Îsa bi dijwarî topbaran kir.

Di encama topbaranê de birîndar çêbûn.

Îro birîndarekî bombebarana dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyekê ji Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a li Eyn Îsayê, welatiyê bi navê Ehmed El-Xidir (21 salî) ruxmî hemû hewldanên bijîşkan, li nexweşxaneyên bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button