Raziye Ozturk: CPT’î erka xwe pêk nayne

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk ji DMME daxwaz kir ku erkên xwe pêk bîne û nebin hevkarê tecrîdê.
Parêzer Raziye Ozturk bang li her kesî kir ku ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin. 

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo û negirtina agahiyekê axivî.

Raziye Ozturk anî ziman ku 21 mehin ti agahî ji rêber Apo nayê girtin, li Îmraliyê êşkence tê kirin û ev tişt anî ziman:

21 mehe agahî ji Birêz Ocalan û muvekîlên me yên din nayê girtin. Ev rewş didome. Li Îmraliyê êşkence tê kirin.

Rola CPT’î ku pêşî li vê êşkenceyê bigire heye. Lê ew erkên xwe pêk nayne.

Raziye der barê nêzîkatiya CPT de jî ev nirxandin kir:

“Divê CPT helwesta xwe biguhere. Em bi rêk û pêk raporan dişînin CPT. Em hemû rewşê ji wan re radigihînin.

CPT’î dikare biçe Îmraliyê lê dema diçe jî ti agahiyan nade. Ji ber vê, statuya CTP ji saziyên Tirkiyeyê ne cudatir e.

Divê CPT demildest der barê muwekîlên me de ji raya giştî re daxuyaniyekê bide.

CPT meha îlonê de got çûne serdanê. Gotin 45 deqe hevdîtin kirine. Derbarê rewşa muwekîlan de me agahiyek negirt.

Hevdîtina CPT fikarên me ji holê ranekirin e.”

Raziye Ozturk banga xurtkirina têkoşînê kir

Parêzera Rêber Apo Raziye Ozturk derbarê serlêdanên xwe yên ji bo saziyên navneteweyî kirine jî ev tişt got:

“Li DMME’ê ji 2011’an heta niha dosyayek me ya tecrîdê ya didome heye. Ev 11 sale di vê dosyayê de biryarek nehatiye dayîn.

Ji ber ev wisa dane sekinandin, dibe sedema berdewama tecrîdê.

Tê payîn ku DMME jî mîsyona xwe bîne cih û em hêvî dikin ku nebin hevkarê tecrîdê.”

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di dawî de bang her kesî kir ku li dijî tecrîdê bikevin nav têkoşîkene bênavber.

Back to top button