HPG: LI XAKURKÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên gerîla bi taktîkeke taybet ji hewayê ve li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 7’ê Îlonê bi taktîkeke taybet ji hewayê ve çalakiyek pêk anîn.

Çalakî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya li Girê Combetê yê herêma Xakurkê de pêk hat.

Di encama çalakiyê de leşkerekî dagirkeriya Tirkiyê hat kuştin yek jî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button