RÛSYA Û TIRKIYE KOMÎTEYA DESTÛRÎ Û REWŞA IDLIBÊ GOTÛBÊJ DIKIN

Bi riya peywendiyeke telefonê Tirkiya û Rûsya dosyayên Idlib û Komîteya Destûrî gotûbêj kirin.

 

Wezîrê Karên dever yê dewleta Tirk Mevlud Çaûşoglo û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov mijarên Idlib û Komîteya Destûrî gotûbêj kirin.

Ev danûstandinên Rûsya û Tirkiyê di wextekî de tên ku nûneryê taybet yê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson gera xwe ya ji bo avakirina komîteya Destûrî berdewam dike.

Beriya çend rojan piştî Îran, Pederson gihaşte Paytexta Tirkiyê, Enqereyê û li gel cîgirê Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Muvlûd Çaûşoglo civiya.

Tê payîn ku Pederson di demeke nêz de serdana Şamê jî bike.

 

Leave a Reply

Back to top button