Nordic Monitor: Darbeya leşkerî ya sala 2016’an li Tirkiyê şano bû

Malpera Nordic Monitor ragihand ku darbeya leşkerî ya sala 2016’an li Tirkiyê şanoyek ji aliyê Erdogan bû.
Wê demê hat ragihandin ku piştî bûyerên darbeyê moşekek ber bi qesra Erdogan ve hatiye aêvitin.
Malper Swêdî teqez dike ku ev moşek ji aliyê MIT’a Tirk ve hatiye aêvtin û ew jî berdewamiya şanoya Erdogan e.

Roj bi roj rastiya “darbeya leşkerî” ya sala 2016’an a li Tirkiyê, eşkere dibe.

Piştî gelek belgeyên ku eşkere dikin ev darbe şanoyek ji Serokê Tirkiyê ye, malpera Nordic Monitor a Swêdî, ev belge piştrast kirin.

Li gorî polîsa Tirkiyê piştî roja şanoya darbeyê, moşekek ber bi deriyê 3’em ê koşka Erdogan ve hatiye avêtin.

Lê belê Nordic Monitor li gorî belgeyan ragihand ku, “ew moşek ji aliyê dezgeha istixbarata Tirkiyê MIT’ê ve hatiye avêtin.”

Bi qasî lêkolînên li ser moşekê hatine kirin, derket holê ev moşek ji cureyê RDY ya Amerîkî ye.

Monitor eşkere kir ku, fermandarê Polîsê Ibrahîm Ozturk piştî darbeyê bi du salan ev cure moşek radestî dadgeha sûcên giran a 4 li Enqerayê kiriye.

Lê belê, Li gorî, Fermandarê Tirk Nîsîb Êrkol ê beriya sûcê darbeyê bikeve stuyê wî de got:”beriya 15 salan Tirkiyê qaşo bermahiyên van moşekan radestî (Massachusetts Institute of Technology) Instituteya  a Teknolojiyayê kiriye”.

Vê yekê eşkere kir ku, Artêşa Tirk xwest xuya bike, “ev cure moşek li cem wan nemaye.”

Bi vê raporê xuya dibe ku bûyerên di 15 Tîrmeha 2016’an de qewmine, tenê gaveke sexte û şanoyek ji aliyê Erdogan ve bû.

Bi vê yekê xwest, desthilata xwe biparêze û kesên muxalif bi bihaneya beşdarî darbeyê bûne, bixe zindanan.

Malpera Swêdî dibêje ku, “Diyar e dezgeha Istixbaratên Erdogan ev êrîş bi rêxistin kiriye û moşek di bin roniya rojê û hebûna kamîreyan de avêtiye cihê herî ewle li Enqerê.”

Rapora Monitor balê dikişîne ser rêxistinkirina vê şanoyê û dide zanîn ku “berî pêkanîna wê bûyerê bi du rojan û di roja wê de jî, civîneke dirêj û ne normal navbera Şêwirmendê MIT’ê Hakan Fîdan û Wezîrê parastinê yê heyî, Xilûsî Akar pêk hatiye.”

Ev ne cara yekê MIT’a Tirk, gavên bi vî rengî davêje.

Di çileya 2019’an de dadgeheke Tirk qeydek deng a berpirsên Dewleta Tirk belav kir.

Tê de, Hakan Fîdan dibêje “Eger pêwîst kir, ez ê 4 zilamên xwe bişînim Sûriyê û ji wan bixwazim 8 moşekan bavêjin Tirkiyê û bi vê yekê em ê bihaneya şer derxînin.”

Leave a Reply

Back to top button