Tirkî.. di operasyonên dawî 60 kes hatin binçavkirin

Li Amed û Edenê, di serdegirtina malan de, herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Di nava wan de rojnamevan û endamên HDP’ê jî hene.

Hevseroka HDP’ê Belma Nergîz a 11’ê Tebaxê li Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û bi îdîaya ‘endama rêxistinê’ sewqî dadgehê hate kirin.

Dadgeh li gorî sûcdarî û daxwaza girtinê ya dozger tevgeriya û biryara girtina Nergîz da û wê şandin girtîgehê.

Li Mêrdînê jî endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Ermîş jî hat binçavkirin û ji bo Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hat şandin

Her wiha di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer, nûçegihan Kadîr Bayram jî di nav de polîsên Tirk bi ser 104 cihan de girtin û 59 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatin binçavkirin de endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî hene.

Back to top button