Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heya 4 Çile hat dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li tevayî herêman, qedexeya derketina derve ya beşî heya 4 çileyê dirêj kir.

Qedexeya beşî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser ji siba ve, 21 kanûnê heta 4 Çileyê dê were dirêj kirin.

Li gorî biryarnameyê, wê hemû dikanên firotina kelûpelên xwarinê ji bilî sûkan, heta saet 5 piştî nîvro vekirîbin.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser, dibistan û zanîngeh jî wê werin vekirin, lê hemû cihên olî girtî bimînin û kombûyîn jî wê qedexe be.

Back to top button