Îsraîlê êrişî kampa Megazî kir: 51 kes mirin

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de mehek xwe tejî dike.
Hemwextî vê, artêşa Îsraîlê êrişî kampa Megazî ya koçberan kir.
Di êrişê de 51 kes mirin.
Ji ber mala serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu heta paytexta DYA Waşîngtonê bi milyonan li qadê banga rawestandina şer û piştevaniya bo Xezayê kirin.

30 rojin, şereke bê hempa di navbera Îsraîl û Hemasê de rûdide.

Lê berdêla herî giran a vî şerî, xelkê Xezayê dide.

Wezareta Tenduristiyê ya Xeza ya di bin kontrola Hemasê de ye ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî kampa penaberan a El Megazî ya li navenda Şerîda Xezayê ye kir.

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku di êrîşê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 51 kes mirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane

Televîzyona El Cezîre jî ragihand ku li herêmê li gorî doktoran herî kêm 45 mirin e.

Lê belê ev daxuyanî ji aliyê dezgehên serbixwe ve nehatin piştrastkirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ew li ser nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin lêkolînê dikin.

Li gorî Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) li kampa penaberan a El Megazî 33 hezar kes dijîn.

Hate ragihandin li kampa ku kolan tê de teng in gel neçar dimînin bi hev re bijîn.

Her wiha bal tê kişandin ku Filistîniyên li kampa penaberan dijîn ev demeke dirêj e bi xizanî û bi êrîşan re têdikoşin.

 Îsraîl: Ji despêka oparasyona bejahî ve êrişî bêtirî 2500 cihî hatiye kirin

Di daxuyaniya îro ya Artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku ji destpêka operasyonên bejayî yên li Şerîda Xezayê û heta niha, êrişî 2 hezar û 500 cihan kirin e.

Ji despêka şer heta niha 9 hezar û 770 Filistînî hatine kuştin.

Ji van 4 hezar û 800 zarokin.

Jimara birîndaran jî 32 hezar derbas kiriye.

Li ber deriyê mala Netanyahu xwepêşandan

Di wextekî ku artêşa Îsraîlê bi dijwarî êrişê Xezayê dike de, li ber devê mala Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşandêran ji Netanyhu daxwaz kirin ku îstifa bike.

Li cîhanê xwepêşandanên rawestandina şer û piştevaniya bo Xezayê

Li cîhanê jî bi milyonan ji bo rawestandina şer û piştevaniya Xezayê xwepêşandan lidar xistin.

Back to top button