Şerê Îsraîl-Hemas 4 hefteyên xwe qedand

Şerê di navbera Artêşa Îsraîl û Hamasê de 28 roj li pey xwe hişt.
Heya niha nîvê wan jin û zarok bi deh hezaran kes mirine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye û vebijêrka agirbestê jî di rojeva wan de nîne.
Hamasê jî diyar ki ku wê Xeze bibe “laneta” Îsraîlê.

Encama êrişa Hemas ya beriya 28 rojan li dijî Îsraîlê dayî despêkirin wiha ye.

Xezayek bi giştî di nava dorpêçê de.

Hamasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kiribû.

Piştre di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de şer dest pê kir û ev şer hê jî didome.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji despêka êrişên Îsraîlê ve, 3 hezar û 826 ji wan zarok bi giştî 9 hezar û 227 Filistînî hatine kuştin.

Herî kêm jî 32 hezar kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyên Îsraîlê, ji roja despêkê ya şer ve, 1400 Îsraîlî hatine kuştin.

Ji van 315 jê leşkerin.

Her wiha 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên hewayî û bejahiyê yên li dijî Xezeyê de nexweşxane û kampên penaberan jî bûn armanca bombebaranan û êrişan.

Îsraîl: Dorpêç temam bûye, agirbest ne di rojevê de ye

Tevî ku ji saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî bangên agirbestê dikin jî lê heta niha ev bangên agirbestê berhewa mane, dîplomasiya ji bo agirbestê didomin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye.

Berdevkê Artêşê Daniel Hagari ev daxuyanî da:

“Leşkerên me dorpêça li ser Bajarê Xezeyê ya ku navenda rêxistina terorê ya Hemasê ye, temam bû.”

Hagarî diyar kir ku vebijêrka agirbestê di rojeva wan de nîne.

Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî anî ziman ku leşkerên wan li navenda bakurê Şerîda Xezeyê ne û got:

“Hêzên me li bajarê Xezeyê xebatên xwe nîşan didin, derdora wê digirin, êrişên bejahiyê û serkeftina xwe kûr dikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî diyar kir ku şerê wan ên li dijî Xezeyê ji bo wan rê li ber maliyetek aboriyê vekiriye û bêyî ew bikevin gumanan wê vê maliyetê bidin razandin û wê pere li her kesî belav bikin.

Hemasê bersiva daxuyaniyên Îsraîlê da

Hemasê daxuyaniyek ku têde tê diyarkirin wê Xeze bibe “laneta” Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê wê di kîsan de li wan vegerînin weşand.

Jimara kesên li Xezayê hatine kuştin 9 hezar derbas kir

Back to top button