Jimara kesên li Xezayê hatine kuştin 9 hezar derbas kir

Li ber çavê cîhanê, şerekî wêranker li Xezayê pêk tê.
Jimara kesên li Xezayê ji ber êrişa Îsraîlê hatîn kuştin 9 hezar derbas kir.
Nexweşxaneyên ji birîndaran tejî bûne, êdî nikarin pêwistiyan pêk bînin.
Bi qutbûna elketirîkê re, rêveberiyên nexweşxaneyan hişyariya metirsiyekî ku wê karesateke mirovî pêk were didin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku sivîl û cihên jiyanê dike armanc, ji 7’ê Cotmehê ve dewam dike.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê eşkere kir ku di êrişên li dijî Xezayê de 3 hezar û 760 jê zarok 9 hezar û 61 kes hatine kuştin.

Bêtirî 32 hezar jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên Îsraîlê li bakûrê Beyt Hanûn, Beyt Lahiye û Taxa Kerametê êrişên li pey hev pêk anîn.

Gefên li dijî nexweşxaneya Qudsê didome

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, başûr û rojhilatê bajêr bi hewa û topan tê bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hişyarî da ku eger bi rojan sotemenî neyê dayîn dibe ku karesetek nêz bibe.

Wezaretê ragihand ku êdî jeneratora sereke ya Nexweşxaneya Endo-nezyayê naxebite.

Xebatên yekane navenda nexweşên penceşêrê lê tên dermankirin rawestiyan

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da diyar kir ku Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye-Filistînê niha nikare bixebite.

Ghebreyesus ji bo xilaskirina birîndaran banga piştevaniya lezgîn kir.

Li Xezayê 11 firinên nan hatin hilweşandin

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY’ê UNOCHA, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Xezayê 11 firinên nan hatine xerakirin.

Hat dest nîşan kirin ku firînên nan ji UNOCHA’yê ard distînin, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê di domandina xebatên xwe de zehmetiyan dikşînin.

Li eniya Libnanê jî Hîzbûllahê îdîa kir ku bi şev balafireke bêmirov a Îsraîlê bêbandor kiriye.

Îsraîlê ev îdia red kir.

Hemas: Di êrişa Cibaliye de herî kêm 195 kes mirin

Back to top button