Îstîxbarata Fransa: Rûsya, Çîn û Tirkiyê ji bo me metirsîdar in

Tirkiye tevî Çîn û Rûsya metirsiya herî mezin ya li ser ewlekariya Fransayê ne.
Ev encama rapora Komîteya îstixbaratê ya Parlamentoya Fransayê ye.
Di raporê de îşaret bi dijminahiya rejîma Tirkiyê ya li hember gelê Kurd û Ermen jî hatiye kirin.
Di raporê de, tê gotin,
Enqereyê dixwaze hêzê xwe ya li derve li dijî gelê Kurd û Ermenî bi kar bîne.

Komîteya îstixbaratê ya Parlamentoya Fransayê têkîldarî ewlehiya li welêt rapora salane eşkere kir.

Li gorî raporê Tirkiye li gel Rûsya û Çînê yek ji wan welatan e ku herî zêde destwerdanên derve li ser xaka welêt kiriye.

Li gorî komîteya îstixbaratê, asta destwerdanên derve li Fransayê gelekî zêde ye.

Lewma ji Fransayê tê xwastin ku tedbîrên baş bigire.

Rapor diyar dike ku Fransa ji bo ewlehiya welêt baştir bike divê di cihê pêywîst de mal û milkê van welatan bicemidîne.

Li gorî Komîteyê destwerdana biyanî li dijî Fransayê bûye metirsiyeke mayînde û domdar.

Ji ber ku welatên wekî Rûsya û Çînê, nemaze yên ku hêza sîber bikar tînin, pêşengiya operasyonên manîpulasyonê dikin.

Fransa: Yek ji pilanên derve yên Tirkiyê li dijî gelê Kurd û Ermen e

Yek ji mijarên balkêş ên di rapora komîteya îstixbarata Fransayê de jî mijara hewildanên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û Ermen bû.

Têkîldarî vê yekê rapor wiha dibêje:

“Hikumeta Enqereyê dixwaze dîasporaya Tirk a li Fransayê kontrol bike.

Û bi saya wan hêza xwe bi taybetî “li dijî Ermenî û kurdan ku wek dijmin dibîne” bi kar bîne.”

Li gor raporê hikumeta Enqerê olê weke çekek siyasî wekî amûrek bi hêz bi kar tîne.

Lewma Tirkiye hewil dide li Fransayê bandora Îslamê zêdetir bike û bikar bîne.

Di raporê de qala zêdebûna destwerdanên derve yên li dijî Fransayê jî hate kirin.

Û hate diyar kirin ku divê li dijî van gavên zelal were avêtin.

Her wiha di raporê de hat xwestin ku li ser mijarê di nava YE’yê de têkoşîneke hevpar bê kirin û ji bo têkoşîna li dijî destwerdanên hêzên derve bi lezgîn qanûnek bê derxistin.

Back to top button