Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dawîkirina Bêcezakirina Sûcên li Dijî Rojnamegeran bang kir ku hesab ji berpirsên ku li dijî rojnamevanan sûc dikin bê pirsîn.
YRA’ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Asta demokrasî, azadî û mafên gelan girêdayî asta azadiya çapemeniyê ye.
Li gelek welatên cîhanê xebatkarên ragihandina azad bi kuştin, îşkence û girtinê re rû bi rû dimînin.”
YRA`yê bal kişand ser sûc û êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got,
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rojnamevan rastî êrişên DAIŞ`ê û dewleta Tirk hatin.
Dixwazin hemû rojnamevanan bêdeng bikin, gefan li jiyana wan dixwin û wan qetil dikin.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve jî û bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û rojnamegeran hate kirin ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin nava tevgerê.