Hovîtiye dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî didome

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi her awayî dixwazin demografiya herêma Efrînê biguherîn.
Hate ragihandin ku girekî dîrokî li Efrînê tê kolandin û mêtingeheke nû jî li Cindêrsê tê avakirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Ehrar El-şerqiyê beriya demekê mêtingeheke nû li navçeya Cindêrs ava kir.

Torê diyar kir mêtigeh li ser 4 hektar erd ku zêdetirî 280 darên zeytûnê lê hebûn hatiye avakirin.

Torê da zanîn ku wê nêzî 200 xaniyên berê çêkirî jî derbasî wir bikin û malbatên çeteyan lê bi cih bikin.

Ev xanî jî, dê ji aliyê komleyeke Ixwanî Filistînî bên şandin.

Li aliyekî din, Efrîn POST jî ragihand ku çeteyên Sultan Murad cihên dîrokên yên di navbera Efrîn û navçeya Racoyê de dikolin.

Her wiha girekî li Mabatilî jî bi alavên giran dikolînin.

Çeteyên Semer Qend jî li gundê Rûta yê Mebatayê dest danîne ser parçeyek erd û dest bi kolandinê kirine.

Çete şûnewarên ku ji bin erdê derdixin, derbasî Tirkiyê dikin.

Back to top button