
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştgiriya welatê xwe ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê nîşan da û banga derxistina hemû çete û hêzên biyanî yên li wir kir.
Jean-Yves Le Drian girîngiya lidarxistina hilbijartinên giştî yên 24 Kanûnê û awayên destekdayîna veguhezîna siyasî anî ziman.
Le Drian her wiha banga avakirina hikûmet û pêwîstiya rawestandina bi temamî ya şer kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan: Tirkiye dê qevdeke din a çeteyên Sûrî bişîne Lîbyayê
Tirkiyê careke din ragihand ew ê tevî avakirina hikûmeta nû, hêz û çeteyên xwe ji ber dewambûna peymanên leşkerî digel Wîfaqê, ji Lîbyayê dernexin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiye dê qevdeke din a çeteyên Sûrî bişîne Lîbyayê.