KCK: Sala 23. a komployê wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê teqez kir ku sala 23. a komployê wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad. KCK’ê teqez kir ku li dijî dagirerikirina Garê rabûna ser pêyan a gel li her 4 parçeyên Kurdistanê, wê hilweşîna desthilata faşîst a AKP-MHP’ê leztir bike.

KCK’ê teqez kir ku sala 23. a komployê wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad.

15 Sibata 1999, komployeke navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ku destê gelek welatên cîhan û herêmê tê de hebû, pêk hat.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek da û teqez kir ku li dijî dagirerikirina Garê rabûna ser pêyan a gel li her 4 parçeyên Kurdistanê, wê hilweşîna desthilatê faşîst a AKP-MHP’ê leztir bike.

KCK’ê diyar kir ku hêzên komploger hewl didin ku êrîşan bingihînin rehendekî nû û got:

“Ev êrîşên ku bi hêzên hevkar re mîna komployekê li ser Bakur, Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê tên kirin, hewl tê dayîn ku wê bigihînin rehendekî nû.

Roja 10’ê Sibatê tevgera dagirkirina Garê hatî destpêkirin.

Ev rastî nîşan dide ku dewleta Tirk, qirkirina Kurdan dike armanc û hevkarên wê dixwazin komployê bi mercên nû bidomînin.”

KCK: Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo bûye hêza şoreşê ya herî bibandor

KCK’ê îşaret bi zêdebûna hêz û bandora Rêber Apo û PKK’ê kir û destnîşan kir ku Rêber APO bûye rêberê azadiya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê her wiha xeta azadiya jinê bûye hêza şoreşê ya herî bi-bandor.

KCK’ê anî ziman ku têkoşîna di çarçoveya pêngava “dem, dema azadiyê” ye wê li her çar parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat bê domandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got:

“Wê dewleta Tirk a ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferz dike, di 23. sala wê de hîn zêdetir teşhîr û tecrîd bibe.

Desthilata faşîst a AKP-MHP ku heya îro komployê bi rê ve dibe û li ser vê bingehê hewl dide qirkirina Kurdan temam bike, wê hilweşe.

Ciwan, jin û hemû gelên Kurdistanê wê têkoşîna ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi rê ve bibin û sala 23. bikin sala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad.

Tevî hemû zextan wê têkoşîn û biryardariya gelê me ya ji bo jiyana azad û demokratîk vê pêk bîne.”

Back to top button