Li Kerkûkê çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin

Çeteyek DAIŞ’ê li Kerkûkê ku dixwest xwe di nava gund de xwe biteqîne, hat kuştin. 

Fermandariya Polîsên Federal ên Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

Duh bi şev çeteyekî DAIŞ’ê xwest xwe li gundê Şerîfiye yê Kerkûkê di nava gel de biteqîne.

Lê beriya ku xwe biteqîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve û bi alîkariya welatiyên gundê hate kuştin.

Li hêleke din balafirên şer ên Iraqê li Germiyanê hin cihên ku çeteyên DAIŞ’ê têde diman bombebarankirin.

Di demên dawî, êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser artêşa Iraqê zêde bûye..

Di encama êrişan de gelek karmendên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Back to top button